Midûrê Weşana Giştî yê rojnameya Zamanê Ekrem Dumanli û Serokê Koma Weşanê ya Samanyoluyê Hîdayet Karaca jî di nav de 4 şikbarên ku di çarçoveya operasyona "rêxistina paralel" da hatibûn binçavkirin ji ewlekariyê sewqî dadgehê kirin.
Dumanlî, Karaca û 2 şikbar bi minibêsa polêsan pêşiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Eyubê kontrola wan a tendirustiyê kirin. Dumanli li ber derê nexweşxaneyê wiha got: "Em teslîmî yezîdan nabin, em dev ji demokrasî û azadiyan bernadin. Amenetê Xwedê bin, welat sax be."
Şikbar qasî 15 deqîqeyan li nexweşxaneyê man paşê birin Qesra Edaletê ya Stenbolê.