08 Sibat 2016•Rojanekirin: 09 Sibat 2016
İSTANBUL
Li Kagithaneya navçeya Stenbolê kesên nasnameya wan nediyar êrîşî qehwexaneyekî kirin. Di êrîşê de kesek mir û kesek jî birîndar bû.
Li gor agahiyan hin kesên ku li wesayîteke ku plaqeya wê tune sîwar bûbûn hatin li taxa Sanayiyê. Şikbar li ber derê qehwexaneya ku li ser kolana Ataturkê ye sekinîn û gule berdan qehwexaneyê. Şikbar pişt re wesayîta xwe ajotin û çûn. Di êrîşê de kesek mir û kesek jî birîndar bû. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Şîşlî Etfalê.
Polês lêkolînê dikin ku şikbar bên dîtin.