08 Sibat 2016•Rojanekirin: 09 Sibat 2016
ŞIRNAK
Ji Walîtiya Şirnexê hat daxuyandin ku li navçeya Cizîrê di operasyona dijî mensûbên rêxistina terorê PKKyê da ji duhê vir da 10 terorîst hatin kuştin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku li navçeyê "Operasyona Şehîd Cendirme Astsûbay Çawişê Biqidem Burak Demirci" ya ku bi armanca tijekirina çalan, rakirina barîqatan û îmhakirina teqemeniyên xumalî va tê lidarxistin, berdewam e.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Li navçeya Cizîrê di operasyona dijî mensûbên rêxistina terorê da ji duhê vir da 10 terorîst hatin kuştin."
Pêrê jî li Cizîrê 10 terorîst hatibûn kuştin.
Di daxuyaniya malpera înternetê ya Sererkaniyê da jî hatibû ragihandin ku 6ê sibatê roja şemiyê di operasyona Cizîra navçeya Şirnexê da 10 mensûbên rêxistina terorê hatin kuştin.