08 Sibat 2016•Rojanekirin: 08 Sibat 2016
ŞIRNAK
Li Cizîra navçeya Şirnexê di operasyona dijî terorê de 10 terorîst hatin kuştin.
Li gor agahiyên ku ji ewlehiyê hatin hildan, li taxa Cudiyê terorîstan ji malekî bi çekên luledirêj û roketavêjan ve êrîşî polêsan kirin.
Di navbera hêzên ewlehiyê û terorîstan de pevçûn derket. Li gor agahiyên ewil di operasyonê de 10 terorîst hatin kuştin.
Hat ragihandin ku li herêmê kontrol dewam dikin.