03 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2019
Li Eruha navçeya Sêrtê di operasyona dijî rêxistina terorê PKKyê da 3 mekanîzmayên teqemeniya destçêkirî ku ji bo êrîşê hatine çalkirin, hatin pûçkirin.
Li gorî agahiyê, bi destê ekîbên Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê li navçeya Eruhê li kirê Çiyayê Çiravê ji bo berterefkirina terorîstan operasyon dan destpêkirin.
Unsûrên komandoyên cendirme ku li herêmê çil û çiya kontrol kirin, 3 mekanîzmayên teqemeniya destçêkirî ku bi destê terorîstan ji bo êrîşê nû hatine çalkirin, hatin tesbîtkirin.
Tîmên pûçkirina madeya teqemeniyê û kûçikên lêgerîna mayinan ku bi helîkopterê bo herêmê hatin sewqkirin, teqemenî bi kontrol teqandin.