SÎVAS
Li Yildizeliya navçeya Sêwasê otobêsa rêwiyan qeza kir û di qezayê da 48 kes birîndar bûn.
Qeza li ser rêya Tokat û Sêwasê li texma Ilicayê çêbû. Piştî qezayê tîmên tenduristiyê û polês çûn hewarê. Di qezayê da 48 kes birîndar bûn û dermankirina birîndaran li nexweşxaneyan dewam dike.
Rayedaran destnîşan kir ku hin birîndarên ku rakirin nexweşxaneyên wek Nexweşxaneya Dewletê ya Yildizeliyê, Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Cumhûriyetê, Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwasê û Nexweşxaneya Numûneyê li ser piya hatin dermankirin û rewşa 4 kesan jî xirab e.
Midûrê Ewlehiya Sêwasê Turgay Çalişkan hat ciyê qezayê û ji polêsan agahî hilda.
Wek mayîn otobêsa ku qelibî hat rastkirin.
Otobêsa bi pleqeya 34 UFE 28 ku Mustafa Çakir diajot û ji Gîresûnê diçû Semsûrê ji ber berfê li ser rêya Tokat û Sêwasê li texma Ilicayê qelibîbû.