ANKARA
Hevserokê Giştî yê HDPyê Ertûgrûl Kurkçu got: "Ew kesên ku şîretan li me dikin da ku em bibin partiya siyasî ya Tirkiyeyê bila qet nekevin nav fikaran, em ji CHP û MHPyê çalaktir in û em partiya welat in. Dê hemû bibînin ku partiya me li hemûyê welat çiqasî dixebite."
Kurkçu di 2yemîn Kongreya Mezin a Derasayî ya HDPyê de axivî û da zanîn ku ji bo HDPyê serdemeke nû dest pê kiriye û wiha dewam kir:
"Em deriyê pêşeroja Tirkiyeyê ne. Em vê ji pesindayinê nakin. Ji bo bê zanîn em bi bîr dixin. Em pir zû hînî aramiyê bûn. Wekî ku li vî welatî tu caran şer pêk nehatibe em tevdigerin. Di 30 salan de zêdetirî 40 hezar ciwanên me di şer de mirin, divê em vê baş zanibin û bi bîr bixin."
Kurkçu wiha dewam kir: "Ew kesên ku şîretan li me dikin da ku em bibin partiya siyasî ya Tirkiyeyê bila qet nekevin nav fikaran, em ji CHP û MHPyê çalaktir in û em partiya welat in. Dê hemû bibînin ku partiya me li hemûyê welat çiqasî dixebite. Herwiha di hilbijartinên 30yê adarê de li hemû deverên Tirkiyeyê HDPyê namzedên xwe nîşan da û hemû deveran deng da HDPyê."
Kurkçu da zanîn ku ew li gorî rojava gelên bindest û tên çewisandin tevdigerin û got: "Em li Okmeydani, Sêwaz û Pazarcikê elewî ne, li Çûkûrova û Hatayê ereb in, li Ege û Behra Spî tirkmen in, li Trabzon û Gîresûnê laz in, li Kurdistanê kurd in."
-"Em vê pergalê naecibînin"
Hevseroka HDPyê Sebahat Tûncelê jî got ku ew di serdemeke gelekî krîtîk de ne û wiha axivî: "Gelên li Tirkiyeyê aştî, edelat û azadiyê dixwazin." Tûncelê îdia kir ku êdî partiyên pergalê nikarin tiştekî bikin, pergala wan êdî pûç bû. Êdî dor hatiye partiyên ku gel bikaribin ya xwe bibêjin û bikin û wiha dewam kir:
"Em vê pergalê naecibînin. Em vê pergala ku tim welat dike qada şidetê, dibe sedema terorê, zordestiyê dike, karkerên xwe tune dihesibîne, wek bûyera li Somayê pêk hat karkerên xwe di kanên komirê de binerd dike, li Kurdistanê dibe sedem da ku ciwan tevlî şer bibin û bimirin, li ser çem û avên newalên me HESan çêdike, qebûl nakin. Ji ber van sedeman êdî em namzediya xwe ji bo birêvebirinê datînin û em ji bo birêvebirinê amade ne. Em dibêjin ku dê Tirkiye bi me, bi HDPyê veguhere."