Türkan Tosun
02 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2015
DIYARBAKIR
Qaymeqamtiya Diyarbekirê ragihand ku ji bo li 6 tax û kolaneke Sûra navçeya Diyarbekirê rê li ber çalakiyên rêxistina terorê bê girtin, qedexeya derketina derva hat îlankirin.
Di daxuyaniya qaymeqamtiyê da hat destnîşankirin ku li Sûrê ji bo ku rê li ber çalakiyên rêxistina terorê bê girtin, pergala kamuyê, can û malê welatiyan bê parastin li taxên Cevatpaşa, Dabanoglu, Fatîhpaşa, Hasirli, Savaş û Cemal Yilmaz û kolana Gazî ji saet 05.00an pê ve, heta emrekî duyemîn qedexeya derketina derva hat îlankirin.
Hat gotin ku ji bo ewlehiya can û malê welatiyan divê ew guh bidin vê qedexeyê.