Uğur Aslanhan
29 Nîsan 2023•Rojanekirin: 30 Nîsan 2023
Bayraktar TB3yê wesayîta hewayî ya çekdarî ya bêmirov (SÎHA) ku ji alî Baykarê va hat çêkirin cara ewil e ku di TEKNOFESTê da tê pêşandan û welatiyan eleqeyeke mezin nîşan dayê.
Mihrîcana TEKNOFESTê ya ku bi pêşengiya Weqfa Tîma Teknolojiyê ya Tirkiyeyê û Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê va hat lidarxistin û ev sê roj in ku li Balafirgeha Ataturk ya Stenbolê dewam dike.
Di çarçoveya mihrîcanê da Bayraktar TB3 ya ku dikare li keştiyên xwedî pîstên biçûk dayne û ji wir rabe jî cara ewil e hat pêşandan û ziyaretvanan gelek eleqe nîşan da.
Bayraktar TB3 di qada keşif-çavdêrî û îstixbaratê da dê bê bikaranîn û di bin baskên wê da jî cebilxaneyên xwemalî yên teknolojîk hene û pê operasyon jî tê kirin.
Ev SÎHAya xwemalî ji biçûkan bigre heta mezinan bala gelek ziyaretvanên ku tên TEKNOFESTê dikişîne ser xwe.