Önder Beyter
18 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2019
Di xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Mert Alpaslan û Efe Sarp ku li Uludagê dema hildikişiyan serê çiya, wenda bûbûn da cinazeyên du mêran hat dîtin.
Xebatên lêgerînê yên Midûriyeta Afat û Rewşa Bilez a Parêzgehê (AFAD), asayîşa cendirmeyê, Herekata Taybet a Cendermeyan (JOH), Lêgerîn û Xilaskirinê ya Cendermeyan (JAK) û hin ekîbên lêgerîn û xilaskirinê, di roja 17emîn da dewam dikin.
Ekîbên ku li navçeya Kestelê serê sibehê ji Taxa Derekizikê dest bi xebatên lêgerînê kirin, bêtir xebatên xwe li Geliyê Kureklidereyê meşandin. Di xebatên ku cendirme bi balafira bi mirov a kewşê û du helîkopteran beşdar e da ekîb leqî cinazeyekî hatin.
Ji bo tesbîtkirina nasnameya cinazeyê ku li Geliyê Kureklidereyê, li pala bakur a çiyê hat dîtin ku qedera kîlometreyek dûrî ciyê ku mont, kum û mifte lê hatibûn dîtin e, xebat dan destpêkirin ku dû ra ji ser cinaze, nasnameya Efe Sarp derket. Herwisa ekîbên ku li herêmê xebatên xwe bênavber domandin, 3 saet şûnda rastî cinazeyekî din jî hatin.
Xebata tesbîtkirina nasnameya herdu cinazeyan dewam dike.
- "Di navbera herdu cinazeyan da bi qasî kîlometreyekê mesafe heye"
Di daxuyaniya Walîtiya Bursayê ya ser mijarê da jî wiha hat gotin:
"Xebatên lêgerînê yên ku piştî îxbara wendabûna Mert Alpaslan û Efe Sarp ji hêla Walîtiya Bursayê hatibûn destpêkirin, ji beja û asîman bênavber dewam dikin. Di xebatên lêgerînê yên li herêma Kureklidereyê da qedera kîlometreyek dûrî ciyê ku mont lê hatibû dîtin, cesedê mêrekî hatiye tesbîtkirin. Herwisa di berdewamiya xebatên lê heman herêmê da dîsa qedera kîlometreyek li biniya ciyê ku cesedê yekemîn lê hat dîtin, cesedê mêrekî din jî hat tesbîtkirin. Ekîbên me ji bo ku xwe bigihînin cem cinazeyê duyemîn bênavber dixebitin. Herwisa ji ser cesedê yekemîn nasnameya Efe Sarp derketiye."
Di 1ê Berfanbarê da Mert Alparslan (31) û Efe Sarp (37) ku ji Stenbolê hatibûn wesayîta xwe li ber Qereqola Cenderme ya Uludagê parq kirin û ber bi serê çiyê va meşiyan. Lê piştî demekê mij zêde bû û herdu heval wenda bûn û li ser xeberê jî bo dîtina wan xebatên lêgerînê dest pê kiribûn. Li pala rojavayê bakurê Uludagê li tanga Kureklidereyê mont, kum û mifteyên Sarp hatibûn dîtin û paşê jî du baton hatibûn dîtin.