Alîkariya xurek û malzemeyên paqijiyê dan êzdiyên ku li Wêranşara navçeya Şanliurfayê dimînin.
Komeleya Wêranşarê, pakêtên alîkariyê yên ku Platforma Alîkariya Însanî ya Şanliurfayê şand, li malbatên penaber belav kirin.
Serokê Komeleya Wêranşarê Mûrat Karadaş daxuyand ku şer her tim dibe sedema mirin û wêranbûna welatan.
Karadaş got: "Birayên me yên êzdî yên ku ji ber şerê DAEŞa rêxistina terorê revîn û xwe spartin herêmê niha mihtacê alîkariyê ne. Ji bo alîkarîdayînê çi ji destê me tê, em dikin. Lewra dîn, ziman, rengê mezlûm tune ye, em ê alîkariyê bidin hemû mezlûmên ku xwe dispêrin me."
Malbatên êzdî yên penaber, ji bo alîkariyê spasiya komeleyê kir.