10 Îlon 2019•Rojanekirin: 11 Îlon 2019
Li çiyayên Gurpinara navçeya Wanê 2 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da hat diyarkirin ku Fermandariya Cendirmeyên Bajêr di çarçoveya operasyonên ewlehiya navxweyî da li çil û çiyayên Gurpinara navçeya Wanê operasyon kirin.
Hat destnîşankirin ku di operasyonê da 2 terorîst hatin berterefkirin.
Li herêmê operasyon dewam dikin.
- Operasyona dijî terorê ya navenda wê Wan
Li 6 bajaran operasyona dijî terorê ya navenda Wan e hat kirin, 23 şikbar hatin binçavkirin.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariyê, xebatên ji bo deşîfrekirina hevkaran û pêşîlêbirîna çalakiyên PKK/KCKya rêxistina terorê dewam dikin.
Di vê çarçoveyê da ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ji bo binçavkirina 23 şikbarên tê nirxandin di nav Kongeraya Civaka Deokratîk da xebatan dimeşînin li Wan, Diyarbekir, Agirî, Îdir, Bidlîs û Hekariyê operasyona hemdem kirin.
Di operasyonê da 23 kesên ku Yadişen Karabulaka Hevseroka Wanê ya HDPyê, rêvebirên HDPyê yên navçeyên Başqele, Çatax, Muradiye, Ozalp û Sarayê jî tev in hatin binçavkirin.
Ekîb li navnîşanên şikbaran geriyan û di lêgerînan da debançe, jarjor û 25 fîşeng û gelek dokumanên rêxistinê hatin girtin.
Karûbarên li ewlekariyê yên şikbaran hê dewam dikin.