Hatice Özdemir Tosun,Süleyman Elçin
25 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2023
Li Kemera navçeya Antalyayê di daristanê da şewat derket, hewl tê dayîn ku agir bê vemirandin.
Li Taxa Goynuk Degirmendereyê ji ber sedemeke hê ne diyar e li daristanê şewat derket.
Ekîbên Midûriya Herêma Daristanê ya Antalyayê hatin cihê şewatê û bi 15 arazoz, 8 tankerên avê û 6 wesayîtên rewşa acil va hewl didin ku agir vemirînin.
Qaymeqamê Kemerê Huseyîn Çam ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku ew hewl didin ku ji bejahiyê şewatê vemirînin.
Çam got Walî Ersîn Yazici di serî da hemû rayedar li herêmê ne û wiha axivî: "Şewat nêzîkî cihûwarên jiyanê nîne, lê dîsa jî em tevdîrên ku hewce dikin dibînin. Em herêmên rîska wan heye tesbît dikin û tevdîran dibînin. Ji bo niha cihekî ku hatibe valakirin tuneye."
Şaredarê Kemerê Necatî Topaloglu jî daxuyand şewata ku li Taxa Degîrmendereyê dest pê kiriye belav dibe.
Waliyê Antalyayê Ersîn Yazicioglu jî ji rojnamevanan ra daxuyand ku şev di saet 21.08an da li Taxa Degîrmendere Goynukê şewatê dest pê kir, heta niha bi 22 arazoz, 3 wesayîtên avê, 5 wesayîtên midaxeleyê û 15 wesayîtên agirkujê va hewl tê dayîn ku şewat bê vemirandin.
Alîkarê Wezîrê Çandinî û Daristanê Veysel Tiryakî û Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî Munîr Karaoglu jî li herêmê geriyan û ji rayedaran agahî hildan.