Türkan Tosun
07 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2016
VAN
Li Wanê erdhejeke ku navenda wê taxa Çolpanê ya ku lerza wê 4,4 e çêbû.
Li gor agahiya Serokatiya navenda Erdhejê ya Rêvebiriya Rewşa Acil û Afatê ya Serokwezîrtiyê (AFAD) erdhej di saet 04.01an de çêbû. Navenda erdhejê taxa Çolpanê ye.
Hat ragihandin ku kesên ku li navçeyên der û dora nêzîkî taxa ku erdhej çêbû dijîn jî ji erdhejê hisiyan.
Di erdhejê de tu kes nemir û tu zirar çênebû.