İbrahim Atmaca
21 Nîsan 2019•Rojanekirin: 22 Nîsan 2019
Li Tuşbaya navçeya Wanê di texsiyekê da 16 kîlo û 550 gram eroîn hat bidestxistin.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Emniyeta Bajêr hat dayîn, ekîbên Şaxa Têkoşîna Sûcên Narkotîk li ser rêya Wan û Erdîşê li cihê kontrolê ser gumanê texsiyeke ku plaqeya wê 34 NP 6911 ye û M.Z. diajot da sekinandin û li nava texsiyê geriyan.
Kûçikê narkotîk "Bozu" jî li nava texsiyê geriya di nav 33 pakêtan da 16 kîlo û 550 gram eroîn hat dîtin.
Şofêr M.Z ji ber sûcdariya "kirina bazirganiya hişbirê û neqilkirina wê" hat binçavkirin.