Türkan Tosun
21 Nîsan 2019•Rojanekirin: 22 Nîsan 2019
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan êrîşên terorê yên li Srî Lankayê di dêr û otelên da hatin kirin, şermezar kir.
Erdogan li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek weşand û wiha got: "Ez êrîşên terorê yên li Srî Lankayê dema Cejna Paskalyayê hatin kirin bi tundî şermezar dikim. Ev êrîş li hemberî hemû mirovahiyê hatiye kirin. Ez li ser navê xwe û gelê xwe sersaxiyê didim kesên eqrebayên wan di van êrîşan da mirine û gelê Srî Lankayê, ji bo birîndaran şifayê dixwazim."
- Serokomar Erdogan der heqê êrîşên terorê yên li Srî Lankayê da daxuyaniya nivîskî da.
Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan diyar kir ew êrîşên hovane careke din nîşan didin ku li hemberî her cureyên terorê divê bi biryardarî têkoşîn bê dayîn.
Serokomar Erdogan der heqê êrîşên terorê yên li Srî Lankayê da daxuyaniya nivîskî da.
Erdogan diyar kir ew bi êrîşên terorê yên ku di dema ayînên paskalyayê da hatin kirin, gelek kes tê da mirin û birîndar bûn, pir xemgîn bû û wiha dewam kir:
"Ez vê êrîşa dermirovî ku li perestgehên dînî hat kirin bi nefretê şermezar dikim û bi awayê herî tund lenet dikim. Ev êrîşa hovane careke din nîşan dide ku li hemberî her cure terorê divê bi biryardarî têkoşîn were dayîn. Li dijî terora ku dijminê hevpar ê mirovahî û aştiya kurewî ye, ez dibêjim ku em ê bi Srî Lankayê ra di nav piştevaniyê da bin. Ji ber vê bûyera menfûr ez li ser navê welat û şexsê xwe ji gelê Srî Lankayê ra sersaxiyê dixwazim û Xwedê şifayê bide birîndaran."