21 Nîsan 2019•Rojanekirin: 21 Nîsan 2019
Navend Stenbol li 4 bajaran di operasyona dijî PKK/KCKya rêxistina terorê da ji 11 şikbarên ku hatibûn binçavkirin jê 6 kes hatin girtin.
Tîmên Midûriya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiya Bajêr ji bo ku kesên alîkariya PKK/KCKya rêxistina terorê dikin, ji wan ra milîtanan dişînin û li ser navê rêxistinê milisiyê dikin bigrin operasyon dan destpêkirin.
Tîman di 17ê nîsanê da li Bagcilar, Gungoren, Maltepe, Sultanbeylî, Sultangazî û Umraniyeya navçeyên Stenbolê, Agirî, Diyarbekir û Mersînê operasyoneke hevdem kirin.
Di operasyonê da 11 şikbar hatin binçavkirin.
Ji van şikbaran 6 kes hatin girtin, 5 kes jî bi şerta kontrola adlî hatin berdan.