Önder Beyter
23 Gulan 2019•Rojanekirin: 25 Gulan 2019
Li Edremîta navçeya Wanê di minîbusekê da 75 kîlo û 640 gram eroîn hat girtin.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Sûcên Narkotîk li Taxa Kurubaşê li ciyê sepanê minîbusa ku A.B. diajot, ji ber gumanê dan sekinandin û lê geriyan.
Di lêgerîna ku dêlika narkotîk Şîla jî hat emilandin da di 145 pakêtan da 75 kîlo û 640 gram eroîn ku di qapûtê kêlekê yê minîbusê da veşartî bû, hat girtin.
Li ewlekariyê miemeleyên ajokar A.Byê binçavkirî berdewam in.