Önder Beyter
03 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2017
VAN
Ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Wanê di operasyonên xwe yên îsal da zêdetirî 4,5 ton hişbir qefaltin.
Li gorî agahiya ku peyamnerê AAyê ji peywirdarên ewlekariyê wergirt, polêsên narkotîk ên ku ji bo astengkirina firotina hişbirê bi roj û şev mesaî kirin, di operasyonên xwe yên sala 2017an da hişbira ku bi dest xistin, li gorî 4 salên borî pir zêdetir e.
Li herêmê digel serkeftina dijî terorê û herwiha bêjîngkirina qadroyên FETOyê yên di nava teşkilata ewlekariyê da, bû wesîle ku tîmên narkotîk bi awayekî çalaktir tevbigerin.
Di xebatên 4 salên borî da 5 ton û 575 kîlo û 15 gram eroîn, 3 ton û 309 kîlo û 783 gram esrar, 243 kîlo û 853 gram benîştê xaşxaşê û 33 kîlo û 960 gram hişbira sentetîk hatin bidestxistin.
Îsal di navbera 1ê rêbendanê-30ê mijdarê da di 263 operasyonan da jî 4 ton û 8 kîlo û 992 gram eroîn, 448 kîlo û 446 gram esrar, 101 kîlo 39 û gram benîştê xaşxaşê û 69 kîlo û 92 gram hişbira sentetîk hatin bidesxistin.
Di operasyonên ekîbên narkotîk ên dijî bazirganên hişbirê da ji serê salê vir va 507 berşik hatin binçavkirin û ji van jî 222 kes hatin girtin.
- Rê li firoşkaran hat birrîn
Narkotîm ji dîroka destpêka peywira xwe berfanbara 2014an vir va di xebat operasyonên xwe da tirs û xof kirin zikin firoşkarên hişbirê.
Di 11 mehên îsal da polêsê Wanê 99 operasyon birin ser firoşkarên hişbirê.
166 berşikên ku wekî "torbevan" tên binavkirin û di operasyonan da hatin binçavkirin, 64 jê hatin girtin.