Hüseyin Cem Dağıstanlı
17 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2024
Li Sêwasê di saet 11.29an da bi mezinahiya 4,7ê erd hejiya.
Li gorî agahiya li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD), di saet 11.29an da li navenda Sêwasê bi mezinahiya 4,7ê erd hejiya.
Li gor tesbîtê erdhej 10,57 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.
Rayedarên AFADê ragihandin ku heta niha tu êxbareke neyênî negihiştiye ber destê wan, li gor tesbîtên ewil tiştek bi kesî nehatiye û hilweşîn çênebû, ekîb li qadê xebatên xwe didomînin.
-Li Sêwasê bi mezinahiya 4,1ê erd hejiya
Li Sêwasê piştî erdheja bi mezinahiya 4,7ê, saet 11.39an bi mezinahiya 4,1ê erdhejeke din jî hat tomarkirin.
Li gorî agahiya li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acil Afatê (AFAD) piştî nêzîka bi 10 deqîqeyan ji erdheja bi mezinahiya 4,7ê, ya saet 11.29an, navenda wê navçeya navendî ya Sêwasê bi mezinahiya 4,1ê hejîneke din jî hat tomarkirin.
Hat tesbîtkirin ku hejîn bi qasî 22,98 kîlometroyan di kûrahiyê da çêbûye.