21 Adar 2016•Rojanekirin: 22 Adar 2016
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê di operasyona dijî mensûbên rêxistina terorê PKKyê da hêzên ewlekariyê li hin taxan teqemeniyên xumalî yên ku bi destê terorîstan di barîqatan da hatine bicihkirin, îmha dikin.
Li gorî agahiyê, "Operasyona Cendirme Çawişê Pispor ê Şehîd Ramazan Gulle" ku li navçeyê piştî ragihandina qedexeya derketina derva ya 13ê adarê şûnda, seba tijekirina çalan û rakirina barîqatan hatibû destpêkirin, didome.
Di operasyona li taxa Eski Kişla, Orman, Mezarlik, Yeşildere, Yeni, Cumhuriyet, Dize, Gungor û Esentepeyê da di navbera hêzên ewlekariyê û terorîstan da car caran pevçûn derdikevin.
Hêzên ewlekariyê yên ku operasyonê bi îhtimam dimeşînin, tespîtkirin ku terorîstan di barîqatan da teqemeniyên xumalî bi cih kirine. Li vir pisporên îmhakirina bombeyan bi wesayîtên zirxdar ketin hundir, piştî ku ewlekariya dorberê hat hildan û bi kepçeyê funye hat bicihkirin. Li dû tevdîran teqemenî bi awayekî kontrolkirî hat îmhakirin.
Dema teqînê di kamerayê da reng veda.