ANKARA
Lijneya ku ji Cîgirserokên Koma HDPyê Îdrîs Balûken û Pervîn Bûldan û Parlementerê HDPyê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder pêk tê da zanîn ku dê sibê der barê hevdîtina ku li Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re kirin de daxuyaniyê bidin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya HDPyê ve hat dayîn, Lijneya Îmraliyê îro li Îmraliyê hevdîtineke bi qasî 5 saetan dewam kir pêk anî. Lijne piştî hevdîtinê nêzî saet 19.an vegeriya.
Lijne dê sibê der barê hevdîtinê de daxuyaniya nivîskî bide.