DIYARBAKIR
Li Yenîşehîra navçeya Diyarbekirê molotof avêtin dibistana Seretayî ya Cahît Sitki Taranci.
Li gor agahiyên hatin bi dest xistin li Fîskayayê kesên nasnameya wan ne diyar, molotof avêtin dibistana Seretayî ya Cahît Sitki Taranci û di dibistanê de şewat derket.
Tîmên agirkujiyê hatin ciyê bûyerê û agir temirandin.
Der barê bûyerê de lêkolîn dan destpêkirin.