06 Sibat 2017•Rojanekirin: 07 Sibat 2017
ÎSTANBUL
Ji 33 gumanbarên bi îdiaya "ByLock"a bernameya ragihandinê ya bi şîfre bikartînin û di çarçoveya lêpirsîna dijî pêkhateya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê (ÎTU) de hatin binçavkirin jê 28 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin.
Karûbarê derbarê 33 gumanbarên di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê dozgerên Buroya Teror û Sûcên Rêkxistî ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê Mehmet Şenay Baygin ve dihat birêvebirin temam bû.
Ji gumanbaran 28 kes ji ber sûcê "endamtiya rêxistin aterorê ya çekdar" û 5 kes jî bi şerta kontrola edlî sewqî dageha nobedar hatin kirin.
Hat diyarkirin ku ji 28 gumanbarên bi teleba girtinê sewqî dadgehê hatin kirin jê 23 kesan "ByLock"a bernameya ragihandinê ya bi şîfre ya rêxistinê bikaraniye.
Hat ragihandin ku 4 kesên di çarçoveya lêpirsînê de derheqê wan da biryara binçavkirinê hebû jî li navnîşanên diyarkirî nebûn û fîrarî ne.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de, di 20ê rêbendanê de nav da akademîsyen jî derheqê 37 kesan de biryara binçavkirinê hatibû dayin, di operasyonê de 33 gumanbar hatibûn binçavkirin.