06 Sibat 2017•Rojanekirin: 07 Sibat 2017
MARDÎN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê karkerê ku wexta çêkirina pirîkêeta di bin hêzazê da ma birîndar hat xilaskirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, li Taxa Îpekyoluyê li cihê lê pirîket dihatin çêkirin hezaz çêbû.

Ji karkeran Can Altunkaynak (18) di bin hezazê de ma.
Li ser agahiyê ekîbên Lêgerîn û Xilaskirinê yên Nisêbîna girêdayî Şaredariya Mezin a Mêrdînê tevî ekîbên cendirmeyê hatin cihê bûyerê. Ekîban piştî xebatan Altunkaynak xilas kir.
Hat hînbûn ku rewşa tenduristiyê ya Altunkaynakê di hezazê de ma baş e.
Derheqê bûyerê da lêpirsîn hat destpêkirin.
