Çopûr diyar kir pembû li herêma Ege, Akdenîz û Başûrê Rojhilat tê çandin û niha salên dawîn pirsgirêka wê ya herî mezin qirêjî ye. Çopur got ji ber vê yekê biha û kalîteya pembû dikeve.
Li gor salên berê hilberîna pembû li Tirkiyeyê daket, Çopûr bal kişand ser vê rewşê û got: "Dema ku em li salên berê dinêrin bi taybetî di salên 2005, 2006 û 2007an de li welatê me hilberîn gelekî zêde bû. Lê di sê salên dawîn de him ji ber ku mesrefê danîna pembû zêde bû û him jî ji ber ku di bazara navneteweyî de pembû erzan bû li Tirkiyeyê jî hilberîn daket. Niha wisa tê texmînkirin ku di sala 2013an de li 470 hezar hektarî çandiniya pembû hatiye kirin û ev li gor par cihê ku pembû hatibû çandin hindiktir e."