ANKARA
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglu der barê nîqaşên li ser namzediya Serokomariyê ya Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan tên kirin de wiha got: "Birêz Serokwezîrê me heke bixwaze mafê wî heye ku bibe Serokomar û qeweta Serokwezîr ji bo Serokomariyê heye."
Wezîrê Karên Derve Davûtoglu di kanala 24an a televîzyonê de pirsên li ser rojevê bersivand.
Davûtoglu der barê hilbijartina serokomariyê ya dê di meha tebaxê de bê kirin de got ku dê gel serokomar hilbijêre û ev bûyereke "dîrokî" ye. Davûtoglu li ser pirsa Serokwezîr Erdogan dê bibe namzed an na de got "Birêz Serokwezîrê me heke bixwaze mafê wî heye ku bibe Serokomar û qeweta Serokwezîr ji bo Serokomariyê heye. Hewce nîne li ser vê mijarê nîqaş bên kirin û bersiveke siyasî ya nîqaşan tuneye. Herwiha li ba gel jî qîmeta nîqaşên wiha tuneye."
Davûtoglu li ser pirsa bendewariya we çi ye di vî warî de, wiha got:
"Mafê Serokwezîr heye, tiştekî wiha bixwaze û beyan bike. Ev dawxazeke meşrû ye. Heke hûn pirsa fikr û ramanên min bikin, ev mafekî rewa ye û divê em piştevaniya vê bikin. Heke ku AK Partî di ezmûna 30yê adarê de ewqasî bi ser ketibe û gel piştevaniya vê vînê kiribe, ji vir pê ve tu kes nikare îhtimala Birêz Serokwezîrê me dê bibe Serokomar bîne rojevê û bike mijara nîqaşan."
Wezîrê Karên Derve Davûtoglu der barê namzediya Serokomariyê de ya ku gelo Serokwezîr Erdogan bibe namzed, dê di navbera Serokomar û Serokwezîr de nîqaş pêk bên an na de wiha axivî:
"Hin kesan ji bo berjewendiyê xwe xwast ku nîqaş derkevin holê, lê negihiştin encamekê. Lewra siyaset dema ku bi rûmet bê kirin dê watedar bibe. Heke hûn rûmet bigrin lê vîna we lawaz be hûnê di siyasetê de têk biçin, heke ku vîna we hebe lê hûn bêrûmet bin wê demê jî hûnê ji exlaq dûr bikevin. Di vê rûmet û vîn bi hev du re hebe. Ev însan bû çend caran di van ezmûnan de derbas bûn. Hin kesan nîqaşên bi vî şiklî demeke zûtir derxist holê û wan kesan xwest ku bi saya nîqaşan perçebûn, alîgirî derbikeve holê."
-Telîmateke der barê girtina dibistanan de nîne
Wezîr Davûtoglû der barê telîmata girtina dibistanên li derveyî welat de got: "Na, telîmateke der barê girtinê de tuneye. Ev ji ku derket? Di nav tu biryarên karên derve de telîmateke wiha nîne, lê ev telîmateke vekirî û diyar e: Heke saziyek an kesek neheqiyekê li Komara Tirkiyeyê bike, li dijî Tirkiyeyê xebatan bike, kî dibe bila bibe çi hewce bike dê bê kirin. Ev dewleta ku heye ya me hemûyan e."
Davûtoglu li ser nîqaşên bi nameya li derveyî welat şikyatê Tirkiyeyê dikin û der barê hebûna nameyan de got: "Heke ez ji tiştekî re bibêjim 'heye' ev tişt heye. Tiştekî ku tuneyî re ez nabêjim heye."
Davûtoglu got "Meseleya nameyan nû nîne", Davûtoglu îfade kir ku bi manşetên wekî "Tirkiye li Sûriyeyê piştgiriya El Qaîdeyê dike", "Di nava Tirkiye û Îranê de hesabên wiha hene" şikyatê Tirkiyeyê ji derveyî welat re dihat kirin.
- Dibistanên li derveyî welat
Davûtoglû li ser îdiayên ji bo girtina dibistanên li derveyî welat ên tirk telîmata girtinê dane jî got:
"Piştî van bûyeran dibe ku kesek derbikeve vê pirsê bipirse: Gelo we ji bo girtina dibistanên tirk ên li derveyî welat telîmat daye? Wekî ku hesabê vê bipirse. Wekî ku haya wan ji tiştekî nebe û tiliya wan di nav de nebe. Wan ev weşana nekiriye. Wan şikyatê me li derveyî welat nekiriye. Wan name nenivîsine û we bi dayina telîmata dibistanên tirk ên li derveyî welat sûcdar dikin. Her wiha bi telîmateke ku nehatiye dayîn."
Davûtoglu got ku name veşartî nînin û da zanîn ku "Name dê bikevin destê çapemeniyê jî, lewra tiştên wisa nin ku hemû kes dizane."