ANKARA
Malbatên ku li Diyarbekirê ji bo zarên xwe yê ku ji hêla rêxistinê ve hatibûn revandin çalakî li dar dixistin hatin Enqereyê.
Malbatên ku bi otobêsê ve ji Diyarbekirê derketibûn rê, piştî 13 saetan xwe gihandin Enqereyê.
Erhan Eren li otogara Enqereyê li ser navê malbatan daxuyanî da û diyar kir ku dayikan cara ewil li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, pey re li rasta Daxkapiyê çalakî li dar xistin, niha jî ji bo ku bi serokê partiyên di Meclisê de re hevdîtinê bikin hatin Enqereyê.
Eren di daxuyaniya xwe de xwest ku bira hemû partiyên li Meclisê ne ji bo ku malbat zarên xwe bibînin înîsiyatîfê hildin destê xwe û daxuyaniya rêxistinê a ku tê de digotin "Zarên ku emrê wan ji 16 salî piçûktir in yê bên şandin" dilê dayikan rihet nake.
Eren destnîşan kir ku birina çiyê ya xwendekarên zanîngehê feydeyê nade tu kesî û ji bo ku ciwan ji çiyê dakevin jî divê bingeheke qanûnî bê amadekirin.
Eren wiha got: "Heke ku ji vê encamek dernekeve, malbatên çalakiyên xwe bidomînin. Em di vê mijarê de tu carî gava xwe para navêjin."
Malbatên pêşiyê Memur-Senê ziyaret bikin paşê jî dê herin Navenda Giştî ya AK Partiyê û li wir Serokwezîr Erdogan re bên bal hev.