16 Gulan 2016•Rojanekirin: 17 Gulan 2016
DİYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê, piştî operasyona dijî rêxistina terorê xebatên lêgerînê dewam dikin. Li Taxa Savaşê ya hêj lê qedexeya derketina derva berdewam e, destûr dan welatiyan ku eşyayên xwe tehliye bikin.
Malbatên ji ber bûyerên terorê mexdûr bûn û çendîn mehan berê mecbûr man malên xwe biterikînin, bi daxwaznameyê serî li qeymeqamiyê dan ku eşyayên xwe ji xaniyên xwe derbixin. Qeymeqamiyê ji bo herêmên ewledar, destûr da malbatan da ku eşyayên bibin cihekî dinê.
Niştecihên taxê yên ku piştî 6 mehan hatin malên xwe yên ku ji ber bûyerên terorê terikandin. Hat dîtin ku hin welatî bîsîklêtên neviyên xwe dan pişta xwe, hinan Qurana Pîroz ji xaniyê xwe derxist. Hin jinan nivîn û eşyayên biçûk ên malê, hin mêran jî sarinc, cilşo, paldank û mobîlyayên din ji malê derxistin.
Niştecihên taxê, eşyayên ku ji xaniyê xwe derxistin li erebeyên desta û kamyonetan barkirin.
Ji welatiyan E.T. ji nûçegihana AAyê ra daxuyand ku ew zêdetirî 6 mehan e nikarin bên malên xwe û îro ji bo derxistina eşya hatin vir.
E.T got ku ew demeke li cem xizmên xwe dimînin û wiha dewam kir: "Mala me ji hev belawela kirine. Nabe ku êdî mirov tê da bijî. Em ê mala xwe bar bikin, herin li cihekî din bi cih war bibin."
-"Her tiştê me emilandine"
A.Kyê 82 salî yê ku eşyayên xwe dabû ser pişta xwe got ku ji ber bûyerên terorê di xaniyê me da jî zirar çêbû, eşyayên me xisar dît û em niha mecbûr in yên mayî xilas bikin.
A.K got ku ji ber êrîşên PKKya rêxistina terorê jiyana me serobino bû û wiha xeberda: "Xwedê bela wan bide. Di malê me da ne sarinc ma ne jî televîzyon. Zirar dane hemî eşyayên me."