17 Gulan 2016•Rojanekirin: 18 Gulan 2016
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî got: "Di ser Peymana Sykes-Pîcotê ra sed sal derbas bû. Ji ber vê peymana, piştî Şerê Cîhanê yê duyemîn ji miletê pirs nekirin, demografiya herêmê li ber çavan negirtin û bûn sedema ji hev du perçekirina herêmê. Li gelê herêmê bi taybetî li gelê Kurdistanê pir zêde zilm hat kirin."
Barzanî bi wesîleya100emîn salvegera Peymana Sykes-Pîcotê, peyamek weşand.
Barzanî, di peyamê da cih dan van agahiyan:
"Di nav dewleta Iraqê da, encamên Peymana Sykes-Pîcotê ji bona gelê Kurd bûn zilm. Piştî li hev du kirinê, ser navê Ereb û Kurdan dewletek hat avakirin, lê hevpariya Kurdan hat paşguhkirin. Li Iraqê hemî hikûmetan tevî rejiman va gelê Kurdistanê înkar kir. Li gelê Kurdistanê zilm kirin. Kerasetên mezin çêbûn. Qetlîam bû para kurdan. Di operasyona Enfalê da, 12 hezar Kurdên Feylî (Kurdên Şiî) û 8 hezar kesên di koma Barzanî da tevî 180 hezar kesên li Germiyan û herêmên din va hatin kuştin. Di heman demê da bi çekên kîmyewî Helepçe hat bombebarankirin û 4 hezar û 500 gund hatin rûxandin."
-Me ji bo tolhildanê hewl neda
Barzanî got ku di sala 1991ê da li Iraqê aliyên Kurda serî hildan, digel vê serîhildanê me xwest ku em bi hikûmeta navend a Iraqê ra rûpeleke nû vebikin û wiha dewam kir: "Me ji bo tolhildanê hewl neda; lê belê dîktatoriya berê ya hikûmeta Iraqê berdewam kir. Piştî ku di sala 2003yan da Rejima Baasê rûxiya, ji bo normalbûna rewşa Iraqê, amadekirina zagona bingehîn, lihevkirin û pêkhatina îtifaqê, ji bo damezirandina Iraqeke demokratîk û federatîf çi ji destê me hat, me kir. Lê di pratîkê da li gor makezagonê tevnegeriyan, hikûmeta Iraqê li gor zagona bingehîn tevnegeriya."
Barzanî got ku Iraq ji hev du hat perçekirin û wiha pê da çû: "Sînorê vê ji hev du perçekirinê, mezhebperestî diyar dike. Li iraq, Sûriye û gelek welatên din, DAEŞê hemû sînor rakirin û sînor ji nû va nîşan kirin. Berpirsê rewşa herêmê ya têdayî gelê me nîne. Berpirsiyariya vê rewşê siyaseta şaş a îktîdara ku sed sal berê herêmê di nav aliyan da perçe kir e. Lewra Bexdayê hewl da ku bi zora çekan li herêmê îstîqrarê temîn bike, lê bi ser neket."
Barzanî got: "Di vê pêvajoyê da yek were ji me pirs bike bibêje gelo Ji bo yekîtiya Iraqê gelê Kurdistanê çi dike an jî wê çi bike, ez ê bi vê pirsê kêfxweş bibim. Ji bo rê li ber girtina şer, bêîstîqrarî û kerasetên din bê girtin lazim e Peymana Sykes-Pîcotê ji nû va bê nîqaş kirin."
Barzanî got: "Gelê Iraqê êdî nikare li hemberî şer, çewisandin û şidetê têbikoşe, ew hêza wê nema. Li ser xeletiyeke ku sed sal berê hatiye kirin israr dikin, ev nayê qebûlkirin. Ji bo dawî lêanîna bêedeletî û newekheviya li Iraqê, divê civaka navneteweyî, welatên li herêmê îrade û daxwaza gelê Iraqê qebûl bikin. Li gor vê esasê divê ji bo pêşeroja siyasî û jiyana civatê biryar bê dayîn."
Barzanî bal kişand ser rewşa kurdên li welatê din û wiha axifî: "Taybetiyên kurdên li her perçeyên welatên din dimînin hene. Divê ev pirsgirêk bi rêya diyalog û aşîtiyê li gor rewş û şert û mercên wan ên têdayî bê çareserkirin."
Di dawiya peyama xwe da Barzanî wiha got: "Peymana Sykes-Pîcotê bi dawî bû. Bûyerên berê qewimîn di nav rûpelên dîrokê da man. Ez dixwazim, di sala 100emîn a Peymana Sykes-Pîcotê da, di navbera Hewlêr û Bexdayê da diyalogên cidî bidin destpêkirin. Heke aliyên siyasî berpirsiyasiyê hilnedin sitûyê xwe, wê gel biryara xwe bide. Biryara gel wê ji hemû biryaran bihêztir û meşrûtir be."