05 Adar 2017•Rojanekirin: 06 Adar 2017
ÎSTANBUL
Serokkomar Recep Tayyip Erdogan li Sitenbolê Navenda Çalakiyan ya YAhya Kemal Beyatli di "Şeva Toqadiyan" da axivî.
Serokkomar Erdogan got, "Min we dizanî li Almayayê Nazîzim qediyaye. Lê hê didome, ber dewam e wa li ber çavan e."
Erdogan wiha axivî: "Min we dizanî li Almayayê Nazîzim qediyaye. Lê hê didome, ber dewam e wa li ber çavan e. Madem bahweriya te bi demokrasiyê heye, wezîrê min, hem wê bi wezîrê te ra bicive û hem jî wê li holekê civînekê li dar bixe. Çima hûn aciz dibin? Wezîrekî minî din jî bi heman şêweyî. Nuha em dimeyzênin Hollandayê jî daxuyaniyek daye. Wax feqîr wax. Evna bi îradeya xwe tevnagerin. Birano evna wisa dizanin ku wê Recep Tayyip Erdogan bihata Almanyayê. Ku ez bixwazim ezê sibê herim, ku ez werim hûn min nexin hundir û nehêlin ez biaxivim ezê cihanê rakim ser pêyan."
- "Em di çarçoveya dadê da hesabê wê xwîna ku rijandine ji wan dipirsin"
Erdogan wiha berdewam bû: "DEAŞiyên canî ku ji Sûriyeyê va êrîşî welatê me dikin, li Gazîentabê, li Stenbolê mirovên bê guneh dikujin, me ew bi temamî ji deverên sînorên xwe paqij kirin. Em heman şêweyî bi rêya dadê, hesab ji xayinên FETOyî ku şeva 15ê temmûzê 249 weladê me şehîd kirin û 2 hezar û 193 mirovên me birîndar kirin, dipirsin. Nuha darizandina wan didome. Îfadeyên wan, bêbextî, dîmenên ku nû derketine holê, dubare destnîşan dikin bê ka xiyaneta wan çend mezin e. Hûn jî bûn şahit ku çawa hevkarên xwe kuştin çawa xiyaneta milletê xwe kirin. Di tarîxa Tirkiyeyê da namerdiyeke wisa nehatiye dîtîn. Ev xak nebûye şahidê rêxistineke wiha ku ji bo baweriya xwe ya genî har bûne. Ez li vêderê dixwazim dîsan bînim ziman, têkoşîna dijî FETO di dîroka Komarê Tirkiyeyê da têkoşîna herî dijwar û herî zehmet bûye."
- "Heger ji meclisê biryara îdamê derket wê demê ezê bipejirînim"
Serokkomar Erdogan: "Birayên min 16ê nîsanê.. Demildest piştî wê li parlementoyê, hûn dizanin mijareke pêwîstiya wê biguherîna destûrê heye û dema li meclisê hat gotûbêjkirin û ji meclisê biryara îdamê derket wê demê ezê bipejirînim. Birayên min 'George wê çi bêje, Hans wê çi bêje, Katherina wê çi bêje?' eleqa min ji wan tune. Ya ku min eleqedar dike ewe ku 'Ehmed wê çi bêje, Mihemed û Eyşe wê çi bêjin, wê rebbê min çê bêje?' ev e."
- "Tiştekî weke guherîna rejimê ne behsa mijarê ye"
Serokkomar Erdogan: "16ê nîsanê gelekî giring e. 16ê nîsanê çaksazî ye. Di rêveberî û pergalê da çaksazî. Tiştekî weke guherîna rejimê ne behsa mijarê ye."
Serokkomar Erdogan: "Em aşiqî vî gelî ne. Ewên ku ji xizmetê ra dibêjin 'belê' divê tiştekî bikin. Ma ne wisa? Ha ku wisa be divê em tiştekî bikin. Em çi bikin? Me got madem bav û bapîrê me Mihemedê Fatih keştî ji bejayê va herikandin, emê jî ne keştiyan wesayitan di binê deryayê ra bimeşînin. Me bi Marmarayê bi pergala rayê di jêr deryayê ra derbas kir. Aha 16ê nîsanê ev e. Wate bi gotgotê kar birê va naçe, emel lazim e emel. Ka vanê din berdek danîne ser berdekî? Ev çîroka serkeftinê ya Tirkiyeyê ku bûye çavkaniya îlhamê ji bindestan ra, hem li hundirû hem li derva bi şiklekî ber bi çav hinek ne rehet dike."
- "Ez bangî rêveberiya Almanyayê dikim"
Serokkomar Erdogan: "(Destûr nedayina çalakiyên referandûmê) Ez ji vê derê bangî rêveberiya Almanyayê dikim, ez bangî cihana ku ji demokrasiyê bahwer dikin, dikim; madem em têkoşîna azadiyê didin, heger em ji azadiya ramanê ne aciz bin, heger bahweriya me bi demokrasiyê hebe, kes nikare pêşiya me bigire. Bila vê baş bizanibin."
Serokkomar Erdogan: "Min we dizanî li Almayayê Nazîzim qediyaye. Lê hê didome, ber dewam e wa li ber çavan e. Madem bahweriya te bi demokrasiyê heye, wezîrê min, hem wê bi wezîrê te ra bicive û hem jî wê li holekê civînekê li dar bixe. Çima hûn aciz dibin? Wezîrekî minî din jî bi heman şêweyî. Nuha em dimeyzênin Hollandayê jî daxuyaniyek daye. Wax feqîr wax. Evna bi îradeya xwe tevnagerin. Birano evna wisa dizanin ku wê Recep Tayyip Erdogan bihata Almanyayê. Ku ez bixwazim ezê sibê herim, ku ez werim hûn min nexin hundir û nehêlin ez biaxivim ezê cihanê rakim ser pêyan."