BURSA
Mehmet Ocalan piştî ku ji giravê vegeriya bersiva pirsên rojnamevanan da û li ser pirsa rojnamevanekî ya "hevdîtin çawa derbas bûn" wiha bersivand: " Yên ku em ji bo hevdîtinê anîn, koma BDPê ye, parlementer in. Ez der barê pêvajoyê de dikarim vê bibêjim; gelo pakêt girêdayî pêvajoyê ye? Heke girêdayî nebe nizanim. Ango Ocalan wisa got."
Mehmet Ocalan da zanîn ku Abdullah Ocalan jî di hevdîtinê de gotiye ku "ev pakêt bi me re eleqedar nîne, pakêtek e ku dewletê amade kiriye. Di vê rewşê de tiştekî ku ez bikarim bikim, nîne. Ez ê di 15ê cotmehê de nêrînên xwe eşkere bikim."
Mehmet Ocalan pişt re bi bi xizma Cumalî Karsuyê girtiyê di girtigeha Îmraliyê Pervîn Oduncu û xizmên Şeyhmûs Poyraz Felek Cizlaşmak û Mazlum Poyraz û Harun Poyraz re ji navçeyê çûn.