04 Gulan 2016•Rojanekirin: 04 Gulan 2016
ANKARA
Ji ber ku rêxistina terorê DAEŞê 2 roket avêtin Kilîsê, hêzên ewlehiyê jî obus û roket avêtin mewziyên DAEŞê. Di bûyerê de 3 terorîst hatin kuştin.
Li gor agahiya çavkaniyên ewlehiyê serê sibê di saet 08.00an de DAEŞê 2 guleyên roketê avêtin.
Guleyên roketê kete baxçeyê Midûriyeta Çandiniyê ya Bajêr a Kilîsê. Tu kes nemir.
Li ser vê mewziyên DAEŞê yên ku jê roket hatine avêtin, hatin tespîtkirin.
Bi obus û roketavêjan (ÇNRA) ve du mewziyên katyuşayê yên DAEŞê hatin îmhekirin. 3 endamên DAEŞê jî hatin kuştin.