27 Hezîran 2019•Rojanekirin: 28 Hezîran 2019
Li Sûra navçeya Diyarbekirê, peşka 169 xaniyên ku bi destê Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ji bo malbatên mexdûrên terorê hatin çêkirin, hat avêtin.
Walî Hasan Basri Guzel beşdarî bernameya li Midûriyeta Hawirdor û Bajarvaniyê ya Parêzgehê bû û peşka ewil avêt û bû şirîkê kêfxweşiya malbata mexdûra terorê.

Guzeloglu di axaftina xwe ya li vê derê da diyar kir ku dewlet xwedî li welatiyên ku li Sûrê malên wan hatin hilweşandin û jiyana wan hat reşkirin, derket.
Guzeloglu got ku kêngî serê welatiyan biêşe, dewlet tê cem wan û destê alîkariyê dide wan.
- "Tu şebekeyeke îxanetê dê bi ser nekeve"
Guzeloglu bal kişand ku wan, navçeya Sûrê ku bi destê rêxistina terorê PKKyê hat hilweşandin û şewitandin, jinûva vejand, rakir ser piyan û wiha got, "Vê zihniyetê ji xeynî hilweşandin, şewitandin, tunekirin, êş, keder, xwîn û hêsiran tu tişt nedaye însanê me. Tu şebeyeke îxanetê, FETO, PKK û dûvikên wan dê bi ser nekevin. Ewladên xwedîîman ên vî miletî wê kesên ku mizgeftên wan hilweşandin û Qur'ana Kerîm qelaştin kirin ji bîr nekin."
- "Me zêdetirî 1,5 milyar lire çavkaniya qamûyê xerc kir"
Guzeloglu diyar kir ku li Sûrê wan ligel ji sedî 90ê malbatên xwedîheq li hevdu kir û wiha got, "Ji bo ku em Sûrê bikin dilê Diyarbekir, Tirkiye û dinyayê, me heta roja îro zêdetirî 1,5 milyar lire çavkaniya qamûyê xerc kir. Bi xebatên me yên ku dê dewam bikin va ev reqem dê derkeve 2,5 milyar lireyî."
Midûrê Ewlekariya Parêzgehê Tacettin Aslan, Qaymeqamê Sûrê Abdullah Çiftçi û Midûrê Hawirdor û Bajarvaniyê yê Parêzgehê Nurullah Bilgin jî beşdarî merasimê bûn.