20 Nîsan 2016•Rojanekirin: 21 Nîsan 2016
ŞIRNAK
Nûnerê eşîreta Jîrkî Tahir Adiyaman ê ku li Beytuşebaba navçeya Şirnexê di êrîşa terorîstên PKKyî da birîndar bibû, destnîşan kir ku mensûbên rêxistina terorê yên ku êrîş pêk anîn, sivîl wekî mertal emilandin û bi wî hawî revîn û wiha dewam kir, "Em li cem dewleta xwe ne. Bira kurê min biçe, bira serê min biçe, lê emê tu wextî paşde gav nevêjin. Min soz da Komara Tirkiyeyê, ez xaîntiyê nakim."
Adiyamanê 65 salî piştî tedawiya xwe ya li Nexweşxaneya Leşkerî ya Şirnexê vegeriya mala xwe ya li gundê Ayvalikê yê li ser navçeyê û li vir daxuyanî da peyamnerê AAyê. Adiyaman di daxuyaniya xwe da diyar kir ku êrîşa mensûbên rêxistinda terorê PKKyê ne tenê dijî eşîra Jîrkî, herwisa dijî hemû gelê herêmê ye.
Adiyaman qala bûyerê kir û got ku dema ew bi wesayîta xwe ya taybet ji gundê Ayvalikê diçû Beytuşebabê, li nêzîkî gundê Hîsarkapiyê êrîşî wî kirin.
Adiyaman bal kişand ku roja bûyerê 5-6 terorîstên PKKyî rêya Beytuşebabê birîn û nasname kontrol kirin û wisa dewam kir, "Terorîstan hewl dan ku hin keçên di hundirê otobusa xwendekarên lîseyê da bibin çiyê, lê wê kêliyê wesayîta me ferq kirin."
Adiyaman axaftina xwe wiha domand:
"Em wisa fikirîn ku di rê da qeza çêbûye û em nêzîkî otobusa ku terorîstan rawestandibûn, bûn. Lê terorîstan em ferq kirin. Dema me xwest em vekişin, gule berdan me. Ereba me li zinarekî ket, kurê min û parêzvanê min bersiv dan guleyan. Nêzîkî 10 deqeyî pevçûnê dewam kir. Terorîstan sivîl ji xwe ra kirin mertal, bi otomobîla ku talan kirin va revîn. Heger sivîl tunebûna me yê kelleyê hemûyan bistanda. Du gule li piyê min ketin, bi wesayîteke din bilez ez anîm gund."
Adiyaman got ku dû ra helîkoptereke leşkerî ji Şirnexê rabû û hat Beytuşebabê û ew bir Nexweşxaneya Leşkerî ya Şirnexê û li wir hat tedawîkirin.
- "PKK ji ber ku tirsiya paşde gav avêt"
Adiyaman îdiayên rêxistina terorê nirxand û got ku bûyer digel hemû zelaliya xwe li ortê ye.
Adiyaman bal kişand ku mensûbên rêxistina terorê ji ber ku ji wan ditirsin, paşde gav avêtin û wiha dewam kir, "Ev 32 sal in em bi dewleta xwe ra ne. Di têkoşîna dijî PKKyê da me nêzîkî 100 şehîd dan. Ne dînê PKKyê heye ne jî îmana wê, dê me bikuştana. Nikaribûn bikujin, paşê dibêjin 'me nekir'. Ez li ser şerefa xwe sond dixwim ku em dizanin kê kir. Ji tirsa xwe înkar dikin, bira înkar nekin."