20 Îlon 2015•Rojanekirin: 20 Îlon 2015
İSTANBUL
Serokwezîr Ahmet Davutoglu beşdarî mitînga "Bi milyonan kes li dijî terorê yek deng" ya li Yênîkapiyê hat lidarxistin bû û di axaftina ku li vir kir de wiha got: "Ew kesên ku dixwazin li ser Tirkiyê operasyonan bikin bila baş pê zanibin ku, heta em li vir bin, heta hebûna me ya li vir berdewam bike, em ê destûrê nedin ku santîmetreyeke vê welatê parçe bibe."
Serokwezîr Davutoglu wiha dewam kir: "Ew kesên ku hewl didin ku vî miletî ji hev du dûr bixin, ji hev du parçe bikin qehr bibin înşallah. Ew kesên ku hewl didin neviyên wan qehremanên ku ber bi Çanakkale û Yemenê ve çûn ji hev du dûr bixin dê qehr bibin û em soz didin we da ku em ê ji bo cezakirina wan bi şev û bi roj bixebitin".
Serokwezîr Davutoglu: "Birayên min ên ezîz, niha li Tirkiyê du zihniyet hene. Ji vana yek hemû gelan nêzî hev dibîne û wan nêzikî hev du dike; ya din jî ew e ku hemû nefesan ji hev du dûr dixe, dilan disoje. Me ev 13 salin ku di serdema AK Partiya di serokatiya Birêz Serokomarê me de dest pê kir vê ji xwe re kir hedef. Em ji bo nêzikbûna gelan, ji bo yekkirina dilan, ji bo yekkirina nefesan hewl didin."
-"Ew ê operasyon dewam bikin"
Davutoglu di berdewamiya axaftinê de got: "Bila tu kes nefikire ku em ê an bikevin rehawetê an jî hewl nedin û li hemberî xetereya terorê ku gefan li gelê me dixwe em ê xebatên xwe hêdî bimeşînin an jî rawestînin. Em bi biryar in, heta dawî lê anîna terorê heta çekdanînê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ew kesên ku dixwazin li ser Tirkiyê operasyonan bikin bila baş pê zanibin ku, heta em li vir bin, heta hebûna me ya li vir berdewam bike, em ê destûrê nedin ku santîmetreyeke vê welatê perçe bibe."
Serokwezîr Davutoglu wiha axivî: "Heta serê çiyayên me ji wan çeteyan neyên paqijkirin, heta derûdora bajarên me ji wan zalimên ku bi darê zorê ji welatiyan xeracê distînin, li wan zordestiyê dikin neyên paqijkirin, ew ê têkoşîna me ya dijî terorê bi şev û bi roj berdewam bike. Ber bi 1ê mijarê ve em ê ji bo hilbijartin di qadeke bi ewle de bê kirin, tewdîrên ewlehiyê hildin û ew ê operasyonên me yên ji bo aramiyê jî dewam bikin."
-Ji bo serîhildanê bang kirin
Serokwezîr Davutoglu got ku wan li hemberî hemû kemînên ku li pêşiya wan danîne tewdîr hildaye û wiha dewam kir:
"Di 9ê tîrmehê de, çawa ku wezîfe dan me, wan ji bo serîhildanê bangewazî kir. hevserokan got heke hewce bike em ê pişta xwe bidin rêxistina terorê, hewce bike em ê serîhildin. Ez ji vir bangî wî hevserokê ku got em ê pişta xwe bidin rêxistina terorê dikim. Belê, dibe ku wan pişta xwe dabe rêxistina terorê; lê me pişta xwe daye miletê xwe. Me pişta xwe daye gelê me yê li Diyarbekirê li Hekariyê dimîne."
-Ber bi hilbijartinê ve
Davutoglu got ku ew ê ji aliyekê ve ji bo hilbijartinên dê di 1ê mijarê de bên kirin tewdîran hildin û ji aliyê din ve dê operasyonên aramî û demokrasiyê berdewam bikin.
Davutoglu destnîşan kir ku ew ê operasyon dewam bikin û wiah xeberda:
"Bila birayên me yên li Rojhilat û Başûrê Rojhilat nekevin nav fikaran. Hêzên me yên ewlehiyê ji bo gelê me yê li herêmê zirarê nebîne dixebitin. Hemû welatiyên me emanetê me ne. Ji bo me emanetên pîroz in. Ji bo serê naynûka wan em dinyayê feda dikin. Ew ê li seranserê welêt operasyon dewam bikin. Lê ew ê li hemberî jiyana welatiyan rêz bigrin. Ji bo vê yekê aliyekî vê oparesyonê aramî û demokrasî ye. Lewra çete dixwazin him zirarê bidin yekîtiya me him jî aramî û demokrasiya me. Ber bo 1ê mijadarê ve em ê cardin ji bo aramî û demokrasiya mayinde, hewl bidin."