09 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2015
Namzedên parlementeriyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Sêrtê çûn serdana Buroya Sêrtê ya Anadolu Agencyê (AA).
Di serdanê da Prof. Dr. Kadrî Yildirim destnîşan kir ku li Sêrt û tevahiya Tirkiyeyê xebatên hilbijartinê dewam dikin û got ku encamên hilbijartina 1ê sermawezê ji bo Tirkiyeyê girîng in.
Yildirim diyar kir ku AA him li Tirkiyeyê û him jî li dinyayê xebatên mezin dike.
Di serdanê da namzedên HDPyê Besîme Konca, Fatîh Dalgali, Parlementerê Sêrtê Îsmaîl Aydin, Serokê Şaredariyê Tuncer Bakirhan û hin HDPyî hazir bûn.