VAN
Hîndekarê Fakulteya Berên Avê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Sari destnîşan kir ku nesla masiyê ku jê ra dibêjin "bisimbêlê Ercîşê" ku tenê li Ercîşê tê dîtin û di çeman da mezin dibe, li ber wendabûnê ye.
Sari û lêkolîner Mustafa Akkuş li çemên li geliyê Zîlanê der barê masiyê Ercîşê da ku navê wê bi latînî Barbus Plebejus Ercisianus e lêkolîn kirin.
Sari daxuyanî da rojnamevanan û got ku li herêmê gelek cureyên masiyan hene, lê ya herî girîng ev masî ye.
Sari diyar kir ku ev masî ji famîleya sazanan e û wekî kefala înciyê li dinyayê tenê li vê herêmê heye û wiha dewam kir: "Ev masî di biharê da zêde çêdibe, 20-30 santîmêtro dirêj e. Bi gelemperî di qeraxên çem û robaran da di nav latan da cihên av lê diherike dijîn."
Sari got ku li herêmê ji ber xebatên islahkirinê derdora çeman kevir tên çêkirin û ji bo ava çeman hêdî biherike û pêşî li ber lehiyê were girtin set tên çêkirin û wiha dewam kir: "Ji ber setan masî berjor naçin, cisnê masî di talûkeyê da ye. Ez bangî saziyên eleqedar dikim ku di vê mijarê da hesas bin. Dema midaxeleyî çem û robaran dikin hesas bin da ku berên avê werin parastin. Divê set û sekî wisa werin çêkirin ku masî bikaribin berjor herin da ku zêde bibin."