ANKARA
Di daxuyaniya Serokwezîriyê da wiha hat gotin: "Ji bo rewşa dersên qîza Serokwezîrê me der barê tu mamosteyekî da tu tiştek nehat kirin."
Ji Serokwezîriyê der barê xeberên ku îro di rojnameyekê da bi sernava "Qîza wî sifir sitend, hesab li mamoste birîn" hat weşandin da daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniyê da hat eşkerekirin ku ev xeber bi tevahî derew û îftira ne, ji bo rewşa dersên qîza Serokwezîrê me Ahmet Davutoglu der barê tu mamosteyekî da tu tiştek nehat kirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Der heqê vê xeberê da karên hiqûqiyê bên kirin, beriya weşanê hemû agahî hatin eşkerekirin lê belê dîsa jî xeber hat weşandin. Ev li dijî exlaqê çapemeniyê û mafên zarok û mirovan e.
Berê jî çend caran hat îzahkirin ku Serokwezîrê me heta niha ji bo eqrebe û malbata xwe tiştekî cuda û taybet nexwest. Hemû kes jî şahidê vê ne. Xeberên wiha bi tenê zirarê didin îtibara saziyên çapemeniyê."