ANKARA
Nifûsa Tirkiyeyê di sala 2014an li gor pêrar milyon û 28 hezar û 40 kes zêde bû û bû 77 milyon û 695 hezar û 904 kes.
Saziya Îstatîstikê ya Tirkiyeyê (SÎT) "encamên 2014an ên Pergala Qeyda Nisûfê ya li gor Navnîşanê "eşkere kir.
Li gor vê jî di sala 2013an de nifûsa tirkiyeyê 76 milyon û 667 hezar û 864 kes bû û serjimar di 2014an de milyon û 28 hezar û 40 kes zêde bû û bû 77 milyon û 695 hezar û 904 kes.
Li Tirkiyeyê rêjeya nifûsa mêran ji sedî 50,2 (38 milyon û 984 hezar û 302 kes) û ya jinan jî ji sedî 49,8 (38 milyon û 711 hezar û 602 kes) e.
Zêdebûna nifûsê di sala 2013an de ji hezarî 13,7 bû û ev rêje di sala 2014an de daket û bü ji hezarî 13,3.