ANKARA
Salnemayên Anadolu Agencyê (AA) yên 2014an ên ku bi zimanê îngilizî û erebî ve ji hêla Dîrektoriya Ragihandinê ya Sazûmaniyê hatin amadekirin, wê îro li pirtûkfiroşan bên firotin.
Bi piştgiriya edîtorên bitecrûbe yên AAyê ve geşedanên li Tirkiye, Asya, Ewrupa, Efrîka, Amerîka û li çar aliyê cîhanê yên ku nûçegihanên AAyê ragihandin û berhev kirin, bi awayekî kronolojîk di Salnameyên 2014an yên AAyê de hatin weşandin.
Salnameya AAyê ji bo kesên ku arşîvê digirin jî çavkaniyeke girîng e û tê de ji 200î zêdetir wêne hene.
Di salnameya bi zimanê erebî hat weşandin de bûyerên ku ji bo erdnigariya ereban girîng in û di salnameya bi zimanê îngilîzî hat weşandin de jî bûyerên ji bo Amerîka û Ewropayê girîng in, cih digirin.
Salname ji bo her yek xitabî erdnîgariyeke cuda dike bi sê zimanên cihê hatin amadekirin. Li bendê ne ku gel eleqeyê nîşanî salnameyan bide.
Di pirtûkê de jî wêneyên herî baş ên sala 2014an a ku nûçegihanê wêneya yên AAyê kişandine jî hene.
Salnameya AAyê yên ku di salên borî de jî hatibû weşandin, eleqeyeke mezin dîtibûn û salnameya 2014an jî ji îro pê ve wê li pirtûkfiroşan bê firotin.