SÎVAS
Wezîrê Parastinê yê Neteweyî Îsmet Yilmaz der barê verastkirina ku dê dema leşkeriyê daxe 12 mehan de wiha got: "Di duşema ku bê de Lijneya Wezîran heye. Xebateka ku ji aliyê Serokatiya Sererkaniyê ve hat amadekirin dê di lijneya wezîran de were nirxandin. Li gor vê xebatê dê Lijneya Wezîran dîrokê diyar bike."
Wezîr Yilmaz li Sîvasê beşdarî bernameya pîrozkirina cejnê bû. Yilmaz li vir pirsên rojnamevanan jî bersivand. Li ser pirsa der barê verastkirina ku dema leşkeriyê dadixe 12 mehan de axivî û wiha got: "Di duşema ku bê de Lijneya Wezîran heye. Xebateke ku ji aliyê Serokatiya Sererkaniyê ve hatiye amadekirin dê di lijneyê de were nirxandin. Li gor vê xebatê jî di Lijneya Wezîran de dê roj bê diyarkirin. Roj çi çax dibe bila bibe, lê ew roj dê beriya meha adarê be. Ji bo verastkirinê demek hundik ma, roj jî di Lijneya Wezîran de dê bê eşkere kirin. Dema ku biryar derkeve nêzî 70 hezar leşkerên me dê teskereya xwe bistînin. Ji niha ve bi xêr be."
Yilmaz li ser pirsa ji bo kesên ku zanîngeh xwendine û 6 mehan leşkeriyê dikin verastkirinek heye yan tuneye jî wiha got: "Niha ji bo ku dema leşkeriya wan bê daxistin tu xebatek tuneye. Lewra em ji 2 hezar lîreyî zêdetir miaş didin wan kesên ku leşkeriya xwe wek efserê yêdek dikin. Heta hin birayên me tên û ji min re dibêjin em dixwazin wek efserê yêdek leşkeriyê bikin."