12 Nîsan 2016•Rojanekirin: 13 Nîsan 2016
ANKARA
Li Yuksekovayê di operasyona dijî terorîstan da tevî nîşandarekî, 13 endamên rêxistinê hatin kuştin.
Li gorî agahiya ku ji jêderên ewlekariyê hat wergirtin, di operasyonên li Yuksekovaya navçeya Hekariyê da terorîstên fêm kirin ku ji xeynî teslîmbûn an jî mirinê başqe vebijêrkeke wan nema, hewl dan ku xeleka ewlekariyê ya ku bi destê hêzên ewlekariyê hat sazkirin, bişikênin û birevin, lê di vê hewla xwe da bi ser neketin.
Unsurên komandoyan ên ku di çarçoveya operasyonê da li dervayê xelekê peywirdar in, di 10ê nîsanê saet 22.00yan da bi pergala çavdêriya kewşê va tespît kirin ku du grubên terorîst ji Yuksekovayê ber bi Şemdînliyê diçin. Peywirdaran agahî dan Navenda Hereketa Fermandariya Tumena Piyadeyan a 3yemîn. Li ser vê seba ku terorîst negihêjin endamên din ên li çiyan, bi helîkopteran unsurên komando û cendirme sewqî ser guzergeha wan kirin.
Bi alîkariya yekîneyên li deverê, gule berdan terorîstan û ew di qadeke teng da asê kirin. Ji terorîstan 3 kes bi şev dema ku hewl dan birevin, hatin kuştin. Ji çenteyê gîtarê yê ku li cem kesên ku hatin kuştin hat dîtin da tifinga nîşandaran a zagros derket. Di encama lêkolînê da eşkere bû terorîstê ku hat kuştin, nîşandarê rêxistinê yê li Yuksekovayê ye û wekî "gîtarvan" tê zanîn û herwisa hewl dan ku bi şev digel du parêzvanî wî ji devera tecrîdê xelas kin û derbasî çiya bikin.
Sibetirê seba qefaltina terorîstên mayîn operasyon hat domandin. Di operasyonê da pevçûn qewimî û di encamê da 10 terorîstên din hatin kuştin. Ji ser wan 3 bîksî tifingên bimakîne, 5 kalaşnîkof, 4 roketavêj, kanasek, 4 demançe, di hundirê 6 çenteyên piştan da muhîmatên cuda cuda, C4 teqemenî derketin.
- Kemîna veşartî ji nav birin
Li Sîlopiyê terorîst seba ku operasyonên serkeftî bişikênin kemînan davêjin ser barîqat, çal, xanî û baxçeyan. Li vir hêzên ewlekariyê dafika veşartî ya terorîstan ferq kirin û ew ji nav birin.