12 Nîsan 2016•Rojanekirin: 13 Nîsan 2016
KILÎS
Li Kilîsê 2 guleyên rokêtê ketin û li gor agahiyên ewil 8 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyan 2 roketên ku ji Sûriyeyê hatin avêtin jê yek li eraziya nêzîkî otogarê ket, ya din jî pansîyoneke 4 qatî ya li ser kolana Îbnî Sîna ket.
Di bûyerê de li gor agahiyên ewil jê 2 giran bi giştî 8 kes birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê.
Cihên ku roket lê ketin di avahiyan û wesayîtan de zirar çêbû.
Polêsan li der û dorê tevdîrên ewlehiyê dîtin.
Walîtiyê daxuyand ku tê texmînkirin ku 2 roket ji Sûriyeyê hatine avêtin û di bûyerê de 8 kes birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "8 welatiyên me yên birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Kîlîsê tên tedawîkirin. 2 welatiyên me yên ku giran birîndar bûne tedawî dibin. Rewşa birîndarên din ne giran e."