25 Sibat 2016•Rojanekirin: 26 Sibat 2016
ŞANLIURFA
Daxuyaniyên 2 nîşangirên PYD/YPGyê ku dixwestin ji herêma sînor ve ya ku di berpirsyariya Qereqola Hidûd ya Murşîtpinarê da ye derbasî Tirkiyeyê bibin, têkiliyên navbera PKKê û PYDê derxist holê.
Li gorî çavkaniyên ewlehiyê, tîmên ser bi Fermandariya Qereqola Hidûd ya Murşîtpinarê û yên Midûriya Şaxa Îstixbaratê ya Fermandariya Şanliurfayê, herdu 2 nîşangirên PYD/YPGyê ku dixwestin ji Kobanê (Eyn el-Ereb) ya ku di bin kontrola PYDê da ye ve derbasî Tirkiyeyê bibin, hat tesbîtkirin ku yek ji wan Mesut C. (29)ê bi nasnavê "Dîren" di nifûsa Bitlîsê da qeyidkirî û yê dijî Abdurrahman PÇ (23)ê bi nasnavê "Tîrêj" di nifûsa Şirnexê da qeyidkirî ye.
Di lêgerînê da di çenteyê wan terorîstan da, tivingeke piyadeyan a M-16ê, 2 keleşkof, 8 bombeyê destan, 2 dûrbînê nîşangiran, 12 şarjor, hezar û 257 fîşek, 40 fîşekê dijezirx, karteke memorî ku zanyariyên rêxistinê tê dabûn, nexşeya bihûrgilî ya Sûra navçeya Diyarebekirê, 12 hebên hişbirê û gelek hebên wêrekiyê, 2 unîformê ku amblema YPGê li ser wan bûn, keresteyên ku di çêkirina teqemaniyan da bi kar tên û 3 êlegê êrîşê hatin girtin.
- "Rêveberiya PYDê, xwest ku ez derbasî Sûrê bibim"
Mesut C.yê terorîst di îfadeya xwe da anî ziman ku sala 2005an beşdarî nav refên PKKya rêxistina terorê bûye, pêşî li kampeke Îranê dûv ra jî li kampên Gare, Metîna û Xwakurkê maye. Piştî ku sala 2013an li Qendîlê perwerdeya nîşangiriyê sitend, di 2014an da wî şandine Kobanê.
Mesut C.yê terorîst destnîşan jî kir ku piştî xebatên li Kobanê bi mebesta piştgiriya PKKê rêveberiya PYDê jê xwestiye xwe bigihînin Sûra navçeya Diyarbekirê.
- Ji bo beşdariya şer û pevçûnan hebên hişbir û wêrekiyê
Terorîst Abdurrahman P. jî anî ziman ku sala 2014an beşdarî rêxistinê bûye û piştre li Qendîlê perwerdeya nîşangiriyê sitendiye û bi mebesta şervaniyê di refên PYD/YPGê da çûye Kobanê.
Terorîst Abdurrahman di îfadeya xwe da destnîşan kir ku ji bo têkevin şer hinek caran hebê hişbirê û hinek caran jî yê werekiyê dixun. Terorîstî li xwe mikûr hat ku PKKê wî ji bo beşdarbûna şerê nav Nisêbîna navçeya Mêrdînê ji PYD/YPGê xwestiye.