25 Sibat 2016•Rojanekirin: 26 Sibat 2016
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu bû mêvanê Maseya Edîtoran ya Anadolu Agencyê (AA) û got ku Tirkiye di serî da dibêje ku bila Sûriyê çareseriya siyasî çêbibe.
Çavuşoglu li ser bibîrxistina gotina Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê John Kerry ku gotibû heke peymana agirbesta pevçûnan bi serkeftî nebe "Plana Byê ku perçebûn jî tê da heye" got:
"Amerîka jî li gor tecrubeyên xwe bi temkîn tevdigere û nêzî mijarê dibe. Amerîka jixwe qebûl dike ku Rûsya li gor peymanên berê tevnegeriyaye û êrîşên xwe dewam kiriye, Rûsya bûye sedem ku pêvajo hatiye vê astê. Bi niyeteke baş Rûsya kişandin ser masê. Hin caran zêde niyeta baş dan nîşan."
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu got, "Wekî Koma Piştgiriya Navneteweyî ya Sûriyeyê armanca me ne ew e ku em axa Sûriyeyê bidin yekî, armanca me ew e ku bi temamî veguhezînê pêk bînin û yekîtiya axa Sûriyeyê biparêzin."
-"PYD/YPG dixwaze Sûriyê peçe bike"-
Wezîr Çavuşoglu bersiv da îdiayên "agirbestê bi kêrî komên wek PYDê were ku axa destê xwe biparêzin" û wiha got:
"Mebesta PYDê, YPGê diyar e. Wê Sûriyê perçe bikin û şûna wê ji xwe ra rêvebiriyekî çêbikin. Vê mebesta xwe jî venaşêrin. PKK jî rêxistina terorê ya cudaxwaz e. PKK, YPG heman in, ferqa wan tuneye. Wekî Koma Piştgiriya Navneteweyî ya Sûriyeyê armanca me ne ew e ku em axa Sûriyeyê bidin yekî, armanca me ew e ku bi temamî veguhezînê pêk bînin û yekîtiya axa Sûriyeyê biparêzin. Ji ber vê çendê niyeta el Nusrayê jî ya DAEŞê jî ev e. Ew jî dizanin ku wê Sûriyeyê bi temamî dest nexin. Dixwazin ku rêvebiriya xwe çêbikin. Lê divê bersiva ku hewce dike jî bidin wan."
Çavuşoglu li ser pirsa der heqê helwesta Amerîkayê ya ji bo PYDê da guhertinek heye an na, wiha got: "DYA di mijara PYDê de di nav nakokiyê de ye. Ji bo têkoşîna bi rêxistineke terorê hêvî ji rêxistineke terorê ya din kirin, ev xeletiyeke pir mezin e."
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu diyar kir ku Wezîrê Karên Derva yê DYAyê John Kerry di têlefonê da ji wî ra got ku YPG pêbawer nîne.
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu got: "Rêxistina terorê (PYD) li qadê dest pê kir Amerîkayê jî difroşe. Li Moskowayê ofisa xwe vekir."
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu got ku ji destpêkê û heta niha helwesta têkoşîna dijî DAEŞê ya Tirkiyê neguheriye û wiha dewam kir: "Em di serî da dibêjin ku xêncî operasyonên ji hewayê dibê operasyonên bejayê jî bên kirin û her cure stratejî bên bikaranîn."
Çavuşoglu li ser pirsa hatina balafirên Erebistana Siûdî ya Balafirgeha Încîrlîkê got ku vê gavê ji bo alav û personelan destûr hat dayîn, keşîf hatin kirin û wiha dewam kir: "Dibe ku îro sibê balafir werin."
Wezîrê Karên Derve Çavuşoglu diyar kir ku ji bo gavên der barê meseleya daxistina balafirgehê de bên avêtin li Belgradê di hevdîtina bi hevtayê xwe yê ûris Sergey Lavrov re de fikrên xwe parve kirin û got ku ji bo nirxandina meseleyê xwestin ku ji herdu aliyan jî komeke ku ji çar kesan pêk tê bê avakirin lê ji wan tu bersiv nehat.