04 Sibat 2016•Rojanekirin: 12 Sibat 2016
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê operasyona ku hêzên ewlehiyê dibin ser terorîstên PKKyî berdewam dike.
Li Sûrê piştî ku di 28ê sermaweza 2015an de êrîşa ku Tahir Elçiyê Serokê Baroya Diyarbekirê hat kuştin, polês Ahmet Çîftaslan û Adem Erdur hatin şehîdkirin operasyon dan destpêkirin û esker û gundparêzên berwext jî piştgirî didin vê operasyonê.
Li herêmê ji ber êrîşên terorîstên PKKyî yên ku şeht li jiyanê didin qedexeya derketina derve ya li taxên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Cemal Yilmaz û Savaşê bi giranî berdewam dikin, berdewam dike.
Di vê çarçoveyê de li 6 taxên navborî ji bo ku li 6 taxan nîzama kamûyê bê pêkanîn, navçe ji terorîstan bê paqijkirin operasyon tên kirin. Di operasyonan de heta niha 157 terorîst hatin kuştin, gelek çal hatin girtin, bergirî hatin rakirin û teqemeniyên ku hatibûn veşartin hatin îmhakirin.
- Esnafê dikanên xwe vekirin
Piştî operasyonan li 9 taxan qedexeya derketina derve hat rakirin û hin esnafan dikanên xwe vekirin, hat dîtin ku welatî danûsitandinê dikin û zarok li parkan bi topê dilîzin.
Hin welatiyên ku ji ber êrîşên terorê mecbûr man ku malên xwe biterikînin jî bi xilasbûna qedexeya derketina derve vegeriyan malên xwe. Hin malbatên ku ji êrîş û tehdîdan ditirsin jî digel hewaya sar bi hin eşyayên ku digel xwe birin malên xwe diterikînin.
- Hesasiyeta sivîlan û avahiyên dîrokî
Operasyonên ku hêzên ewlehiyê dikin ji bo ku zirar negihêje sivîl û dewlemendiya dîrokî ya li bajêr hesasiyeteke mezin dikin.
Bereksê terorîstên ku li taxan çal dikolin, bergirî datînin, li mal, îbadetxane, dibistan û rêyan teqemenî vedişêrin û guh nadin jiyanê hêzên ewlehiyê ji bo ku sivîl û mekanên dîrokî zirar nebînin çekên giran bi kar naynin.