04 Sibat 2016•Rojanekirin: 05 Sibat 2016
ANKARA
Li Cizîra navçeya Şirnexê di 14ê kanûnê de qedexeya derketina derve hat îlankirin û ew operasyona ku li dijî mensûbên PKKya rêxistina terorê dest pê kir jî ber bi dawîbûnê ve diçe.
Endamên rêxistinê yên ku niha li Cizîrê ne û wisa tê texmînkirin tevlî yên ji serê çiya hatine bi qasî 70 kesî ne di nav Kuçeya Beyazitê, Kolana Nisêbînê û Kolana Ebûl Îzê de hatine tengavkirin û ji ber vê jî tê hêvîkirin ku operasyon wê di demeke kurt de bi dawî bibe.
Di operasyonên ku li Cizîrê hatin birêvebirin de heta niha 517 endamên rêxistinê hatin kuştin, 222 xendek hatin tijekirin û hezar û 155 teqemenî jî hatin îmhakirin.