Fatih Gazioğlu
26 Mijdar 2019•Rojanekirin: 26 Mijdar 2019
Navend Konya li 26 bajarî der barê 50 gumanbarî da ku tê îdiakirin ji bona endamên FETOyê yên di nav Hêzên Artêşa Tirkiyeyê da "îmamtiya mehrem" kirine biryara binçavkirinê hat derxistin.
Lêpirsîna dijî endamên FETOyê ya ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Konyayê va tê meşandin, didome.
Di vê çarçoveyê da der barê 50 şikbarên ku tê îdiakirin ji bona endamên FETOyê yên di nav Hêzên Artêşa Tirkiyeyê da "îmamtiya mehrem" kirine biryara binçavkirinê hat dayîn.
Li ser vê Midûriyeta Şaxa Dijî Sûcên Organîze ya Midûriyeta Ewlehiya Bajêr Konya navend li 26 bajaran dest bi operasyonê kir. Operasyona ji bo girtina şikbaran tê kirin didome.
Li Stenbolê dijî sazûmaniya FETOyê ya di nav TSKyê da operasyon
Di çarçoveya lêpirsîna dijî sazûmaniya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya nav Artêşa Tirkiyeyê (TSK) da ji bo 54 gumanbarên ku eskerên muwazzaf û meleyên sivîl ên rêxistinê jî tê da cih digirtin, biryara binçavkirinê hat dayîn.
Şaxa Sûcên Rêxistinî û Terorê ya li ser Serozgeriya Komarê ya Stenbolê ji bo endamên FETOyê yên di nav TSKê da ne û kesên ku îtirafkaran navê wan dane bên tesbîtkirin, xebatên xwe didomînin.
Di vê çaçoveyê da 2 jê meleyên sivîl bo 54 gumanbaran biryara binçavkirinê hat derxistin.
Ekîbên Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê ku telîmat gihîşt ber destê wan li 17 bajaran bi hevdemî operasyon da destpêkirin û heta niha 28 gumanbar hatin binçavkirin.
Ji bo qefaltina gumanbarên mayî xebat didomin, di nav kesên der barê wan da biryara binçavkirinê hat dayîn da 31 kes hê jî eskerên muwazzaf in û 17 kes jî bi Biryarnameya Di Hikmê Qanûnê da ye ji kar hatine avêtin.