ÎSTANBÛL
Ji 92 gumanbarên ku di çarçoveya lêpirsîna "sixurî" û "guhdarkirina dereqanûnî" de hatibûn binçavkirin û sewqî edliyeyê kiribûn, 66ê wan ji bo ku bên girtin şandin dadgehê û 26ê wan jî serbest berdan.
Jêpirsîna li dozgeriyê ya Midûrê Şûbeya Îstixbaratê yê berê jî di nav de bi tevahî 17 kesên ku di çarçoveya "rêxistina paralel" û "guhdarkirina dereqanûnî" ya li ewlehiyê de hatibûn binçavkirin û sewqî edliyeyê kiribûn, temam bû. Dozgerî bi daxwza girtinê ev kes hemû sewqî dadgehê kir.
Jêpirsîna 75 gumanbarên ku di çarçoveya "sixuriyê" de hatin binçavkirin û sewqî edliyeyê kiribûn jî, temam bû. Dozgerî Yûrt Atayun jî di nav de 49 gumanbaran bi daxwaza girtinê şand dadgehê û biryar da ku 17 gumanbar serbest bên berdan.
Dozgerî ber êvarê biryar dabû ku di çarçoveya lêpirsînê de 9 kes serbest bên berdan. Bi tevahî 26 kes di çarçoveya lêpirsîna "sixuriyê" de serbest hatin berdan.